Heta niha zêdetir ji 650 hezar kes canê xwe ji dest dane

hijmara herî zêde ya miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin
کوردستان TV
100%

Belav bûna Koronayê li cîhanê didome û heta niha zêdetir ji nîv miliyon kes canê xwe ji dest dane.

Li gor zaniyariyên ku ji aliyê zanîngeha Johns Hopkinsê ve hatine belav kirin heta niha li seraserê cîhanê jiber Koronayê bi giştî 650 hezar û 553 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hijmara herî zêde ya miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin ku 147 hezar û 253 kese, piştî Amerîkayê hijmara herî zêde ya miriyan li Brezîlya hatiye tomarkirin ku 87 hezar kese.

Li Brîtanyayê jî ku sêyem welate, bi giştî 45 hezar û 844 kes canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.