Amerîka bang li Tirkiyê dike ku Osman Kavala berde

nêzî 3 salaye hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Amerîka bang li Tirkiyê kir ku Osman Kavala yê karsaz, ku 1000 roj in girtî ye, berde.

Cîgira Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Cale Brown diyar kir ku ew dixwazin ku Tirkiye li gor berpirsiyariyên navneteweyî tevbigere.

 

Brown da zanîn ku ew bang li karbidestên Tirkiyê dikin ku Kavala berdin û bo doza wî bi awayekî adil, zelal û zû çareser bibe, dest bi hewildanan bikin.

Yekîtiya Ewrûpa (YE) jî diyar kir ku Tirkiye di mafên bingehîn de bi şûnde çûye û da zanîn ku girtîbûna Kavala fikaran çêdike.

YE’ê bi bîr xist ku dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpa ser berdana Kavala biryar daye û ji Tirkiyê xwest ku biryarên wê dadgehê bişopîne.

Voa

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.