Li navenda Spayker du teqîn çê bûn

hêzên Amerîkî û artêşa Îraqê li vê navendê ne
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ewlekarî yên Îraqê duhê bi şev du teqînên mezin li navenda leşkerî ya Spaykerê çê bûne.

Jêderên ewlekarî behsa vê yekê kirine ku duhê derdorê seat 11 û 30 deqîqeyên şevê du teqînên mezin li navenda leşkerî ya Spayker çê bûne û ti zirarên canî yên wan teqîne nebûne lê agireke mezin bi navendê ketiye û hêzên hawarhatinê karîne agirê vemirînin.

Niha li navenda leşkerî ya Spaykerê hêzên Amerîkî û artêşa Îraqê dimînin û duhê jî êrîşî ser navenda leşkerî ya Tacî hatibû kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.