Dîsa êrîşî ser navenda Tacî hate kirin

derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îraqê duhê bi şev dîsa çekdarên nenas êrîşî ser navenda leşkerî ya Tacî kirine.

Çapemeniya Îraqê belav kir ku duhê bi şev çekdarên nenas bi mûşekên katûşiya êrîşî ser navenda leşkerî ya Tacî ya li Bakûrê Bexdayê kirine û du katûşiya ber navenda han ketine.

Navenda Tacî navendeke leşkeriye ku hêzên Amerîkî û hêzên hevpeymaniya cîhanî têde bicîh bûne.

Her çend heta niha derbarê ziraran de ti zaniyarî nehatine belavkirn lê tê gotin ku zirarên madî ber navendê ketine.

Di salekê de ev cara sêyeme ku êrîşî ser navenda leşkerî ya Tacî tê kirin.

N: E: G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.