Serok Barzanî jiber koça dawî ya dayka Ayşe ku dayika sê birayên şehîde û bi dayika şehîdan tê nasîn peyameke sersaxî pêşkêş kir.
Ev naveroka peyama Serok Barzaniye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Mixabin nûçeya koça dawî ya dayika sê şehîdên Kurdistanê, xatû dayika Ayşe gehêşte me, dayka Ayşe ya biheştî, sembola berxwedan, jêhatîbûn bû û bo her takeke Kurdistanê cîhê serfiraziyê ye.
Ez bo xwe şerefmend bûm û gehêştime cemî vê û jê hînê berxwedan û Kurdatiyê bûm, pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbet, kesûkar û nasên vê dikim û xwe bihevparê xema wan dizanim.
Daxwaz ji xwedê mezin dikim ku rihê paqêj ya diyka Ayşe bi ceneta xwe şad bike û sebir jî bide tevahiya aliyan.
Mesûd Barzanî
27ê Tîrmeha 2020an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin