Serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li hevserokê YNKê kir

tekez li ser piştgîrî kirin ji hikûmetê û bernameya hikûmetê kirin
کوردستان TV
100%

Îro 27.07.2020ê Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li hevserokê YNKê Bafil Talabanî û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de giftûgo li ser rewşa herêma Kurdistanê û piştgirî kirina li hikûmeta herêma Kurdistanê hatin kirin.

Hevserokê YNKê diyar kir, YNK wek beşdarekî serekî piştevanê hikûmeta herêma Kurdistanê ye û got: ‘’Pirsgirêkên aliyên siyasî nabe di saziyên hikûmetê de jî reng bide û pêwîste hemû alî alîkarbin, ku bi rêyadanûstanan tevahiya pirsgirêk bên çareser kirin. Ji ber hemû destkeftên me di encama yekrêzî de pêkhatine. Ji ber hemû hewldanekî emê bidin bo rewşa naha ya giran û ev krîz bê derbas kirin.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîrê herêma Kurdistanê jî amaje bi wê yekê kir ku xelkê Kurdistanê, li gel hemû zehmetiyan re tehemmûl kiriye, nîgerane ji ber aloziyên navxwe û li bendê ye ku aliyên siyasî rewşeke siyasî ya baş ava bikin.

Serokwezîrê di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê hikûmeta hemû herêma Kurdistanê ye û pêwîste hemû aliyên beşdar ên hikûmetê piştevaniyê li karnameya hikûmetê bikin. Ji ber bernameya karê kabîneya nehem, bernameya hevbeş aliyên beşdarvanên nav hikûmetê ne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.