Duhê êwarê li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî mezûbaniya civîna hevbeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê kir.
Di civînê de ku bi amadebûna Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Pavêl Talebanî birêve çû, her du aliyan bi awayekî dostane de, bi eşkere kêşe û giriftan û rewşa Herêma Kurdistanê û peywendiya du aliyan giftûgo kirin.
Her du alî tekezî li ser giringiya peywendiyên di navbera Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) kirin ku bi taybetî û hemû aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê bi mebesta çareserkirina kêşeyan û parastina yekrêzî û tebayî ku zerûreteke vê qonaxa hestiyare ji bo rûbirûbûna vê rewşa giran li encama pejika Korona û qeyrana darayî û kêşeyên din da ku li ser Herêma Kurdistanê da hatiye.
Di civînê de tekezî li ser giringiya berdewamiya giftûgoyên di navbera her du aliyan de hate kirin ku armanca wê çareserkirin û zalbûna li ser kêşeyan da û sivikkirina wê barê girane ku di encama kêşe û qeyranan ketiye stûyê welatiyan.
Serokê herêmê û hevserokê YNKê tekez li ser pabendbûna bi rêkeftinên di navbera her du aliyan û palpiştiya sazî û damezraweyên Herêmê û karê hevbeş li Parlemen û Hikûmeta herêma Kurdistanê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin