Li gor rayedarên rêveberiya xweser ya li Rojavayê Kurdistanê, hijmara kesên ku li Rojavayê bi Koronayê ketine zêde bûye.
Rayedaran eşkere kiriye ku duhê du welatiyên din yên ku yek ji wan şêniyê Hesekê û ewê din jî şêniyê Dirêkêye bi Koronayê ketine û bi vê awayî hijmara kesên ku heta niha li Rojavayê bi Koronayê ketine bûye 8 kes.
Di roja 24ê Tîrmehê de jî rêveberiya xweser bo pêşî girtin ji belav bûna Koronayê, deriyên sînorî daxist û herwiha organîzekirina çalakî, aheng û merasîmên girseyî jî qedexe kiribû.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin