Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê derbarê amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê de daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê bi giştî 197 kes bi Koronayê ketine û 17 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 12 hezar û 450 kes bi Koronayê ketine û 491 kes jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin