78 kes li Îraqê canê xwe ji dest dane

heta niha zêdetir ji 4 hezar kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostiya Îraqê belav kir ku di nava 24 seatên derbasbûyî de hijmareke zêde welatî bi Koronayê ketine û hijmareke din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê, di nava 24 seatan de herî kêm 2 hezar û 459 kes bi Koronayê ketine û 78 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha 110 hezar û 32 kes li Îraqê bi Koronayê ketine û 4 hezar û 362 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.