Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Koç û Koçberan rewşa koçberan giftûgo kirin

beriya niha li gel Serokwezîrê Kurdistanê jî civiya bû
کوردستان TV
100%

Îro yekşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîra Koç û Koçberên Iraqê Îvan Fayiq Cabiru kir.

Di hevdîtinê de rewşa koçber û penaberên li wargeh û kampên Herêma Kurdistanê, bandora belavbûna pejika virusa Korona û rêkarên rûbirûbûna wê bi taybetî jî li nav koçber û penaberan da, kar û çalakiyên Wezareta Koç û Koçberên Iraqê li wargehên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, hevkarî û hemahengiya Wezaretê li gel aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û çend pirseke din giftûgo kirin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya karkirina ji bo mîsogerkirina aramiyê û rêxweşkirina vegerana koçberan ya li ser war û cihên xwe kirin, bi taybetî jî Êzdî û Mesîhiyan û qerebûkirina wan, her wiha tekez li ser karkirina ji bo vegerandina bawerî û avadankirina cihên ziyanberketiyên şerê dijî terorê û kûrtirkirina pêkvejiyan û lêborîna li navbera pêkhatên olî û neteweyiyan da, li gel dabînkirina xizmetguzariyên giştî û derfetên kar yên li wan navçeyan de kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.