Daristanên çiyayê Cûdî jiber agirê dişewitin.
Li gor zaniyariyên berdest jiber operasiyona leşkerî û topbaran kirina çiyayê Cûdî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, agireke mezin bi daristanên çiyayê ketine.
Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku agir jiber operasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li dijî pkkê bi daristanên çiyayê Çûdî ketiye û beşeke zêde ji wan daristanan şewitîne.
Herwiha hate zanîn ku li çiyayên Bedlîsê jî jiber topbaran û operasiyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê agir bi daristanan ketiye û hîn jî didome û nehatiye vemirandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin