Li gor zaniyariyên berdest duhê komên cîhadî li Serê Kanî 3 welatiyên Kurd revandine.
Li gor daxuyaniya nêrîngeha mafên mirovan ya Sûriyeyê, duhê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve, li bajarê Serê Kanî, 3 welatiyên Kurd bi tawana endam bûn di rêzên HSDê û hevkarî kirine HSDê revandine û bo cîheke nediyar veguhastine.
Piştî dagîr kirina Girê Spî û Serê Kanî ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve, weke çawe li Efrînê dest bo guhertina demografiya Efrînê hate kirin û rojane bi dehan welatiyên Kurd hatine revandin û bo azadkirina wan daxwaza pereyan hate kirin, li Serê Kanî û Girê Spî jî bi heman awayî Tirkiye û cîhadî zilmê li Kurdan dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin