Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya berpirsa nû ya nivîsîngeha Konsulgeriya Japonê kir

japon û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin
کوردستان TV
100%

Îro pêncşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya berpirsa nû ya Nivîsîngeha Konsulgeriya Japonya li Herêma Kurdistanê xanima Nagayama Yoshiko û şandeke li gel kir.

Di hevdîtinê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahî û bixêrhatina xanima Yoshiko, hêviya serkeftinê ji bo wê xwest û hemû piştgîriyeke ji bo erka wê ya nû da nîşan da. Her wiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li hemû waran da li gel Japonyayê û amadehiya Herêmê ya ji bo pêşwazîkirina li veberhênan û sermayeguzarên welatê wan dûpat kir.

Jiber hevkariyên Ajansa Alîkariya Navdewletiya Japonî (JICA) li Herêma Kurdistanê ku ev demeke dirêje li Herêmê xizmetê dike, her wiha ji bo hevkariyên miroviyên Japonya yên ji bo koçber û penaberan û pêdana qerz bi Hikûmeta Iraqê û dabînkirina beşa Herêma Kurdistanê, spasî Hikûmeta Japonyayê kir.

Ji aliya xwe ve xanima Yoshiko spasî pêşwazî û piştgîriya Nêçîrvan Barzanî kir û dûpat kir ku hemû hewlên wan yên ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên welatê wan li gel Herêma Kurdistanê û handana kertê taybetê Japonya ji bo karkirina li Herêmê û hatina rêxistinên nehikûmiyên welatê wan ji bo Herêma Kurdistanê dixe holê. Her wiha tekez li wê yekê kir ku Japonya piştgîriyê li aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Rewşa navçeyê bi giştî, girîngiya rola Herêma Kurdistanê li aramiya Iraqê da, pejika virusa Korona û encamên wê, rûbirûbûna terorê û çend pirseke din jî li vê hevdîtinê de hatin nirxandin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.