Du bombe bi karwaneke hêzên Amerîkî teqiyan

ti zirarên canî yên teqînan nebûne
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ewlekarî îro li parêzgeha Zîqarê ya Îraqê du bombeyên vedayî bi karwaneke tirimbîlên leşkerî de teqiyane.

Jêder behsa vê yekê dikin ku îro dema karwaneke tirimbîlên leşkerî dixwestin pêdiviyên locistîkî bo hêzên Amerîkî veguhêzin, du bombe bi karwanê re teqiyane.

Hate zanîn ku ti zirarên canî yên teqînan nebûne lêbelê zirarên madî bi çend tirimbîlan ketine.

Weke tê zanîn di rojên berê de jî bombeyeke din bi karwaneke din yaku pêdiviyên locistîkî bo hêzên Amerîkî vediguhast teqiya bû.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.