Amerîka 46 miliyon dolar hevkariyên tendirostî û însanî daye Îraqê

13 miliyon dolar bo hevkariya kesên xizan bûye
کوردستان TV
100%

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê îro pêncşem belav kir ku amerîka di wan demên dawî de bi giştî 46 miliyon dolar hevkarî pêşkêşî Îraqê kiriye.

Li gor daxuyaniya balyozxaneyê 33 miliyon û 100 hezar dolar pere bo hevkariya tendirostî û keşif kirina wan kesên ku bi Koronayê ketine hatiye pêşkêşkirin.

13 miliyon dolarên din jî bo hevkariya kesên xizan û kêmdahat bûye.

Ji aliyeke din ve saziya UNDP di çarçoveya rûbirû bûna Koronayê de bi giştî 10 miliyon dolar hevkariya Îraqê kiriye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.