Piştî ku di rojên derbazbûyî de çekdarên hizbulaha Libnanê gef li Îsraîlê kiribûn, hikûmeta Îsraîlê jî tedbîrên pêwîst stend.
Li gor çapemeniya Îsraîlê, bo bersifdana her cure êrîşeke çekdarên hizbulahê, artêş ketiye amadebaşiyê û hêzeke zêdetir bo ser sînorê navbera Îsraîl û Libnanê hatiye şandine.
Kanala 13 ya Ebrî ya Îsraîlê diyar kiriye ku hêza ku hatiye şandin, hêzeke piyadeye û di amadebaşiyê daye ku bersifa her cure êrîşeke hizbulahê bide.
Kanala nav hatî herwiha belav kiriye ku duhê jî li Sûriyeyê artêşa Îsraîlê çend navendên leşkerî yên Îranê bordiman kiriye û hijmareke çekdarên ser bi Îranê jî hatine kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin