Serokwezîr pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê kir

Amerîka amadeye zêdetir hevkariya Kurdistanê bike
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 22 Tîrmeha 2020an me pêşwaziya Konsulusê giştî yê nû yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê Rob Waller kir.

Di civînê de behsa rewşa Îraq, deverê, têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê kir û pîrozbayî destbikarkirina Rob Waller weke Konsulusê giştî yê nû yê Amerîkayê kir û ji bo pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hêviya serkeftinê di pîwerdariyan de jê re xwest.

Herwiha jiber pîwerdariya wî ya nû me pîrozbayî li Konsulusê berê yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê Steve Fagen kir ku weke balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê hatiye pîwerdarkirin û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Konsulusê giştî yê Amerîkayê behsa giringiya bihêz bûna têkiliyên Amerîkayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo hevkarî kirina herêma Kurdistanê di geşe pêdana abûrî bi taybetî di warê enerjî û çandiniyê de diyar kir.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.