Nêçîrvan Barzanî û pîwerdarê NY civiyan

Serokê herêmê piştgîriya çalakiyên tîma NY dike
کوردستان TV
100%

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya pîwerdarê NY û Şêwirmendê tîma lêkolîn kirin li ser tawanên DIŞIê Kerîm Khan kir,

Di civînê de hengavên dawî yên kar û erkê UNITAD û bandora belavbûna pejika virusa Korona ya li ser karên wan giftûgo kirin û her du aliyan tekez li ser girîngiya hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ya li gel tîmên wan kirin ku bi navê dabînkirina dadperweriyê ji bo qurbaniyên destê DIŞIê û dadgeh kirin û bi siza gihandina tawanbaran ku dibê sedemeke dirustbûna baweriyê û rêxweşker dibê ji bo aramî û pêkvejiyan û avadankirina navçeyên ziyanberketî û vegerandina koçberan.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina piştgîriya kar û erkê UNITAD amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo karkirina li gel tîmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo serxistina erkên wan dûpat kir. Her wiha destxweşiyê li wan kir û wan han da ku bi cîhkirina bernameya UNITAD li gor dem û cedwel û xişteya wan ya destnîşankirî ku li berjewendiya hemû pêkhatên Iraqê daye, bi wê yekê ku hemû qurbanê destê DIŞIê ne.

Ser rast kirina yasaya peywendîdar ya ji bo birêveçûna proseya dadgehkirina tawanbaran, girîngîdana bi aliyê perwerdeyî ya ji bo kûrkirina pêkvejiyan û lêborînî û rêgiriya li dûbarebûna tawanan, proseya komkirina belgeyên tawanê û bi elektronîkirina wan, rahênana dadweran û karkirina li gor standardên navdewletî, çend mijareke dinê civînê bûn ku têda Karim Khan spasî piştgîriya Nêçîrvan Barzanî û hevkarî û hemahengiya Herêma Kurdistanê ji bo erk û karên wan kir

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.