Sune û şîeyên cîhanê li ser yekem roja cejnê lihev kirin

piştî 17 salan ew yekem care bihevre cejnê bikin
کوردستان TV
100%

Piştî ku duhê Siûdiye ragihandibû ku komîteya dîtina heyvê nikariye heyvê bibîne û jiber vê çendê roja 31ê Tîrmehê ku dike înê, yekem roja cejna qurbanê ye, îro jî oldarê şîeyên Îraqê Elî Sîstanî li ser vê mijarê daxuyanî da.

Elî Sîstanî eşkere kiriye ku roja 31ê Tîrmehê ku dike înê, yekem roja cejna qurbanê ye.

Ev her du daxuyaniyên han bûne sedem ku piştî 17 salan şîe û sune li ser yekem roja cejnan ( qurban û remezan) lihev bikin, di salên derbazbûyî de her yek rojek weke yekem roja cejnan diyar dikir.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.