Hatûçûya navbera bajarên Kurdistanê weke xwe dimîne

balefirgeh 1ê Tebaxê tên vekirin
کوردستان TV
100%

Duhê komîteya rûbirû bûna Koronayê bi Serokatiya wezîrê navxwe û aliyên têkildar civiya.

Piştî civînê wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê Rêber Ehmed di preskonferansekê de diyar kir ku qedexeya hatûçûyê ya di navbera bajarên Kurdistanê û herwiha parêzgehên din yên Îraqê de weke xwe dimîne û hatûçû tenê bo warên pêwîst û bi rêya îzin stendina elektironîkî dibe.

Rêber Ehmed eşkere kir ku maşînên barhilgir dikarin li deriyên sînorî yên Kurdistanê derbaz bibin û biçin bajarên din yên Îraqê jî lê bi merca cebandinên nûjdariyê yên bo diyar kirina Koronayê û eger ajovan bi Koronayê ketibe rê jê re nayê dayîn ku derbaz bibe.

Ehemd eşkere kir bo ranewestana liv û tevgerên bazirganî desthilat bi Parêzgaran hatiye dayîn daku di vê warî de asankarî bikin bi taybetî bo veguhastina berhemên çandinî.

Derbarê balefirgehan de jî wezîrê navxwe diyar kir ku heta 1ê Tebaxê ti hatûçû bi rêya balefirgehan nabe lê lazime heta 1ê Tebaxê balefirgeh amadekariyên xwe yên bo pêşwazîkirin ji torîstên navxwe û biyanî amade bikin jiber piştî 1ê Tebaxê balefirgeh jî dîsa vedibin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.