Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbazbûyî yên taybet bi Koronayê li Kurdistanê de belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatan de li Hewlêrê 98, li Silêmanî 62, li Gerimiyanê 29, li Raperînê 39, li Dihukê 14 û li Helebceyê 10 bi giştî 252 kes bi Koronayê ketine û 13 welatî jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Heta niha bi giştî li Kurdistanê 11 hezar û 361 kes bi Koronayê ketine û 432 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin