Jiber bordimana Tirkiyeyê xaniyên welatiyan şewitîn

agir bi xanî, bax, rez û bistanên xelkê gundê ketiye
کوردستان TV
100%

Artêşa Tirkiyeyê berdewame li ser topbaran û bordiman kirina deverên sînorî yên Kurdistanê.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li devera Sîdekanê ragihand ku îro balefirên artêşa Tirkiyeyê jiber hebûna pêgeh û cîhên gerîlayên pkkê li deverê de, gundê Mêrge Reş ya ser bi Sîdekanê bordiman kiriye.

Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê ma dane, di encama bordimana han de agireke gelek mezin bi deverê ketiye û çend malên welatiyan û li gel rûbereke zêde ji bax, bistan, rez û daristanên deverê jî di encama bordimanê de şewitîne.

Peyamnêrê me diyar kiriye ku piştî bordiman kirina gundê ji aliyê balefiran ve, kopterên artêşa Tirkiyeyê jî derdorê gundê bi tundî topbaran kirine û pişt re jî topxaneyên Tirkiyeyê dîsa gund topbaran kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.