Serokwezîrê Kurdistanê serdana Zaxoyê kir û li gel rayedarên îdarî yên Zaxoyê civiya

hewldanên ragihandina Zaxoyê weke îdareyeke serbixwe bileztir dibin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana bajarê Zaxoyê kir û li gel rayedarên îdarî yên Zaxoyê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 21 Tîrmeha 2020an me serdana bajarê Zaxoyê kir û li navenda qayîmiqamiya Zaxoyê li gel berpirsên îdarî yên deverê civiyan.

Di civînê de gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya rola dîrokî û şoreşgerî ya bajarê Zaxoyê û deverê bi giştî û qurbanîdanên deverê di nava bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de kir û me got: Bajarê Zaxoyê hevşanê dever û navçeyên din yên Kurdistanê hêjayê xizmet kirineke zêdetire û çi di karîna me de hebe bo xizmet kirina deverê emê bikin.

Di berdewamiya civînê de me berpirsên îdarî yên deverê pîwerdar kir ku bêyî ti cudatiyek xizmeta welatiyan bikin û daxwaz, têbînî û gazindeyên welatiyan bi sîngeke vekirî werbigirin.

Pişt re li gel kesayetiyên navdar yên bajarê Zaxo û kesûkarên şehîdên deverê civiyan û behsa karname û pilanên hikûmet yên bo xizmet kirina navçe û deverên curbicur yên herêma Kurdistanê û bihêztir kirina bingeha (jêrxana) abûriya û zêde kirina çavkaniyên dahatê, cîhbicîh kirina reformên pir alî di warê îdarî û abûrî kir.

Me tekez li ser vê yekê kir ku yek ji karên herî lipêş yên hikûmeta herêma Kurdistanê, giringî dane bi kerta çandinî, pîşesazî û piştîvanî kirina Cotkarên herêma Kurdistanê û berhemên navxweyiye bi awayek ku civaka Kurdistan ji civakeke bikarhêner bibe civakeke hêlbirêner.

Me herwiha biryara cîhbicîh kirina çend projeyên xizmetgozarî li Zaxoyê ragihand ku li gor karînên darayî yên hikûmeta herêma Kurdistanê di wan demên nêz de dest bi cîhbicîh kirina wan tê kirin û me tekez li ser vê yekê kir ku pêngavên ragihandina Zaxoyê weke îdareyeke serbixwe leztir dibin.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.