Tirkiye balefirên F35 ji dest da

buhayê her yek ji wan 77 miliyon û 900 hezar dolare
کوردستان TV
100%

Wezareta berevanî ya Amerîkayê dibêje emê bo xwe wan balefiran bikirin.

Qirîza navbera Amerîka û Tirkiyeyê yaku jiber nêzbûna Tirkiyeyê li Rûsiyeyê û kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S400 a Rûsî çê bûye, didome.

Di çarçoveya qirîzê de, wezareta berevanî ya Amerîkayê belav kir ku 8 balefirên F35 ku di destpêkê de bo Tirkiyeyê hatibûn çêkirin nadin Tirkiyeyê û wezareta berevanî ya Amerîkayê wan balefiran dikire û radestî hêzên esmanî yên Amerîkayê dike.

Rayedarên Tirkiyeyê beriya niha çend caran gef li Amerîkiyan kiribûn û gotibûn ku ev balefir yênTirkiyeyê ne jiber ku Tirkiye pereyên wan daye.

Weke tê zanîn balefirên F35 cureya herî dawî û pêşkeftî ya balefirên şere û buhayê her yek ji wan 77 miliyon û 900 hezar dolare.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.