Rêberên Yekîtiya Ewrûpa ser paketeke alîkariyê li hev dikin

ev çar roj bû li ser mijarê giftûgo dikirin
کوردستان TV
100%

Rêberên Yekîtîya Ewrûpa (YE) di hilcivîna li Brukselê de, ku 4 rojan dom kir, ser paketeke alîkariyê ya bo têkoşîna vîrusa korona li hev kirin.

Bi wê paketa alîkariyê ya bi 750 mîlyar euro, dewletên YE yên ku jiber vîrusa korona zararên mezin kirine dê kredî û hîbeyan bistînin.

Serokê Konseya Ewrûpa Charles Michel li ser Twitterê ‘’Peyman!’’ nivîsî û ew lihevkirin ragihand.

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron jî diyar kir ku bo Ewrûpa ‘’rojeke dîrokî’’ ye.

Paketa alîkariyê ji alîyê Fransa û Almanya ve hatibû hazir kirin.

Ji paketa bi 750 mîlyar euro, 390 mîlyar euro hîbe ye û Îtalya 70 mîlyar, Îspanya 60 mîlyar û Fransa jî dê 40 mîlyar euro bistîne

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.