Şandeke wezareta berevanî ya Îraqê gehêşte Hewlêrê

li gel rayedarên wezareta pêşmerge dicive
کوردستان TV
100%

Îro duşem şandeke wezareta berevanî ya Îraqê bi mebesta domandina giftûgoyên navbera wezareta pêşmerge û wezareta berevanî ya Îraqê gehêşte Hewlêrê.

Biryare şanda wezareta berevanî ya Îraqê li gel rayedarên wezareta pêşmerge bicive û di civînê de behsa wan mijaran bikin ku di civînên berê yên di navbera şanda wezareta pêşmerge û wezareta berevanî ya Îraqê de giftûgo li ser wan hatibû kirin.

Meha derbazbûyî jî şanda wezareta pêşmerge serdana Bexdayê kiribû û li gel wezareta berevanî ya Îraqê gehêştibû lihev hatineke seretayî li ser çend xalan.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.