Biryar bû îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bo cara yekem serdana Siûdiyeyê bike û bo vê yekê jî amadekarî hatibûn kirin.
Lê îro duşem wezîrê derve yê Siûdiyeyê Emîr Feysel ragihand ku bi hemahengî li gel birayên xwe yên li Îraqê me biryar da serdana han bo demeke din were paşxistin.
Emîr Feysel eşkere kiriye ku niha Şahê Siûdiyeyê di nexweşxaneyê deye û piştî ji nexweşxaneyê derkeve vê serdana Kazimî jî pêk were.
Ji aliyeke din ve duhê jî xezûrê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî li Bexdayê koça dawî kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin