Serokê herêmê û wezîrê derve yê Îranê civiyan

Îran û Kurdistan dixwazên têkiliyên xwe bihêztir bikin
کوردستان TV
100%

Êwara îro yekşem wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî bi dawî hatina serdana xwe ya bo Bexdayê, serdana Hewlêrê jî kir.

Wezîrê derve yê Îranê Cewad Zerîf piştî merasima pêşwaziyê li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê serdana nivîsîngeha Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hate qebûlkirin.

Pişt re di civînekê de her du alî behsa çend mijarên girîng yên rojevê, rewşa deverê û têkiliyên navbera Îran û Kurdistanê kirin.

Piştî bi dawî hatina civînê jî di preskonferanseke hevbeş de her du alî behsa naveroka civînê kirin.

Di destpêka preskonferansê de Nêçîrvan Barzanî bixêr hatina wezîrê derve yê Îranê kir û ragihand ku Îran welateke cîranê Kurdistan û girînge li deverê de, em weke herêma Kurdistanê gelek girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel welatên cîran didin.

Nêçîrvan Barzanî got: Îran hem bo Kurdistan û him jî bo Îraqê welateke girînge, Kurdistan ti carî hevkariyên Îranê yên bo gelê Kurd di rojên dijwar de ji bîr nake. Îran weke dost û cîran hertim li cem me bûye, niha jî têkiliyên dostane yên bihêz li ser esasê rêz girtin berejwendiyên hevbeş li gel Îranê bo Kurdistan û Îraqê gelek girîngin.

Barzanî eşkere kir ku rixmî têkiliyên dîrokî, civakî, çandî û cîrantî yên baş di navbera Kurdistan û Îranê de hevdem têkiliyên berfire û bihêz yên bazirganî jî di navbera her du aliyan de hene.

Îraq û Kurdistan hîn jî dixwazên di tevahiya waran de bi taybetî warên pêwîst weke bazirganî de, têkiliyên xwe li gel Îranê berfiretir û bihêztir bikin.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku li gel Zerîf behsa rewşa deverê bi giştî, qirîza Korona û çawetiya rûbirû bûna Koronayê kiriye.

Di beşeke din ya preskonferansê de Cewad Zerîf jî ragihand ku jiber pêşwaziya gerim yaku li Hewlêrê xweş li min hatiye kirn spasiya Serokê herêma Kurdistanê û dostê xwe yê hêja Nêçîrvan Barzanî û rayedarêndin yên Kurdistanê dikim, Zerîf eşkere kir ku Îraq bi tevahiya pêkhateyên xwe ve bo Îranê cîraneke girînge lewre Îran dixwaze têkiliyên xwe li gel Îraqê bihêztir bike.

Zerîf tekez li ser vê yekê kir ku Îran xudan têkiliyên baş û bihêze li gel xuşk û birayên Kurd li herêma Kurdistanê û dixwaze têkiliyên han berfiretir û bihêztir bibin bi taybetî di warê abûrî, bazirganî û pîşesazî de.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.