Pasdarên Îranî şivaneke din yê Kurd kuştin

di nava 10 rojan de ew duyemîn şivane ku tê kuştin
کوردستان TV
100%

Duhê zozanên Pîranşarê ji aliyê spaha Pasdaran ve hatine topbarankirin.

Di derbarê bûyerê de malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî êvarê pasdarên Îranê deverên sînorî yên bajarê Pîranşarê dane ber topan û hawanan.

Li gorî agahiyan, ji ber wê topbaranê welatiyekî kurd ku li ber pezên xwe bûye, giran birîndar bûye û bo derman kirina bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin  lê li nexweşxanê canê xwe ji dest daye.

Ew welatiyê ku ji ber topbarana Îranê hatiye kuştin, xelkê gundê Bazirgan yê Pîranşarê bûye û navê wî jî Resûl Bakend bûye.

Hefteya derbazbûyî li Serdeştê dîsa şivaneke din yê Kurd bi destê pasdarên Îranî hatibû kuştin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.