Mimkune şerê navbera Tirkiye û Misirê destpê bike

Amerîka dibêje vê rewş gelek aloztir bibe
کوردستان TV
100%

Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê dibêje rewş gelek metirsîdare.

Piştî ku parlementoya Tobrukê û artêşa nîştimaniya Lîbyayê ya bi Serokatiya General Xelîfe Xefter daxwaz ji Misirê kirin ku artêşa Misirê bişîne Lîbyayê, hijmareke gelek zêde ji Serok eşîrên Bingazî jî serdana Misirê kirin û li Qahêreyê li gel Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî civiyan û daxwaz ji kirin ku wan ji êrîşên Tirkiye û çekdarên ser bi hikûmeta Feyaz Serac biparêzin.

Li ser vê mijarê jî Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê David Schenker ragihand ku Washîngton wisa dihizre ku piştî derbazbûna artêşa Misirê bo Lîbyayê vê şerê navbera Tirkiye û Misirê destpê bike û ev şerê han jî vê gelek bandorê li ser rewşa deverê bike.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.