WHO: Zêdetir ji 1,3 Mîlyon doktor û karmendên saxlemiyê bi Korona ketine

ev hijmara seraserê cîhanê ye
کوردستان TV
100%

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li seranserê cîhanê pirtir ji 1,3 mîlyon doktor û karmendên saxlemiyê bi vîrusa korona ketine.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku ew hejmar 10 ji sedê temamê pêketîyên vîrusa korona yên li cîhanê ne.

Ghebreyesus da zanîn ku doktor û karmendên saxlemîyê bo têkoşîna dijî vîrusa korona di rewişên giran de dixebitin û bal kişand ku psîkolojiyên wan jî xirab dibe.

Ghebreyesus got: Em pir deyndarê wan doktor û karmendên saxlemiyê ne.

Wî da zanîn ku divê bo rîskên belavbûna vîrusa korona yên di navbera doktor û karmendên saxlemîyê de xebatên berfirehtir werin çêkirin

Voa

 

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.