Li Îranê heta niha 25 miliyon kes bi Koronayê ketine

heta niha zêdetir ji 14 hezar kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê jî huşdarî da û got hijmara pêketiyan zêdetir dibe.

Wezareta tendirostî ya Îranê belav kiriye ku heta niha li seraserê welat bi giştî nêzî 25 miliyon welatiyên Îranê bi Koronayê ketine.

Ji aliyeke din ve Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî huşdariya vê yekê da ku Korona gelek bilez li Îranê belav dibe û rojane bi sedan kesên din bi Koronayê dikevin.

Rûhanî eşkere kiriye ku eger wisa biçe û xelk pêbend nebe vê ji 30 heta 35 miliyon welatiyên Îranî bi Koronayê bikevin.

Beriya niha Rêberê Şoreşa Îranê Elî Xamneyî jî eşkere kiribû ku jiber Koronayê Îran rastî rewşeke gelek metirsîdar bûye.

Herwiha rayedarên têkildar jî dibijên ku pêla duyem ya Koronayê li Îranê destpê kiriye lê vê carê piraniya qurbaniyan zarokên.

Heta niha li Îranê zêdetir ji 14 hezar kesan canê xwe ji dest dane û 200 hezar berketiyên Koronayê jî di nava nexweşxaneyan de têne dermankirin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.