Li Kurdistanê 188 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha bi giştî 391 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev wezareta tendirostî ya hikûmata Kurdistanê amarên 24 seatên derbazbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê, di nava 24 seatên derbazbûyî de hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin li gorî demên berê hinek kêm bûye.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku di nava 24 seatên derazbûyî de li seraserê Kurdistanê 188 kes bi Koronayê ketine ku zêdetirîn hijmar li Hewlêrê bûye ku 72 kese.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku di nava 24 seatên derazbûyî de 10 berketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dane ku zêdetirîn hijmara wan li Silêmanî bûye ku 5 kesin.

Heta niha bi giştî 10 hezar û 453 kes bi Koronayê ketine, 5 hezar û 678 kes baş bûne û 391 kes canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.