Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Franseyê civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê bo serdan kirina Franseyê hat vexwandin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê jî têde beşdar bû, behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê hate kirin.

Her di heman civînê de wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian eşkere kir ku hatiye heta piştgîriya Franseyê bo Kurdistanê diyar bike bi taybetî di wan rojên dijwar de û got: Franse amadeye bo hevkarî kirina Kurdistanê û di vê çarçoveyê de jî psporên Fransî amadene di warê çandinî û derbaz kirina qirîza darayî de hevkariya Kurdistanê bikin.

Jean-Yves Le Drian di beşeke din ji axaftinên xwe de li ser navê Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron bi fermî Serokwezîrê herêma Kurdistanê bo serdan kirina Franseyê vexwand.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya rola Franseyê di qonaxên curbicur yên dîrokê de bo gelê Kurdistanê kir û pişt re Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr behsa naveroka diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê y abo çareser kirina kêşeyên heyî kirin.

Di vê mijarê de Mesrûr Barzanî eşkere kirk u civaka cîhanî û bi taybetî jî Franse dikare, roleke girîng bo lihev nêz kirina hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bo çareser kirina kêşeyên heyî li ser esasê destûra bingehî ya federalî bilîze.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurd daxwaza ti tiştekê nekiriye ku beruvajiya destûra bingehîn ya Îraqê be û her tiştek jî ku kêmtir be ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê red dikin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.