Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian kir.
Di civînê de ku her du Cîgirên Serokê herêmê jî têde beşdar bûn, di civînê de behsa çend mijarên girîng yên weke şerê dijî DIŞIê, hevkariyên Franseyê bo Kurdistanê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê jî hate kirin û her du alî tekez li ser berfiretir kirin û bihêztir kirina têkiliyên han kirin.
Weke tê zanîn duhê wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian serdana Îraqê kiribû û piştî bi dawî hatiya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê, bi şev serdana Hewlêrê kir û îro dest bi civînên xwe li gel rayedarên Kurdistanê kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin