Agir bi kargeheke keştîsazî ket

heta niha agir nehatiye vemirandin
کوردستان TV
100%

Li Îranê agireke mezin bi kargeheke keştîsazî ketiye.

Li gor çapemeniya Îranê îro pêncşem danê sibê, agireke mezin bi kargeheke mezin ya çê kirina keştiyan ya Bûşehira Başûrê Îranê ketiye.

Derbarê zirarên canî yên vê bûyerê de heta niha ti zaniyarî nehatine belavkirin lê tê gotin dûkeleke gelek zêde asmana deverê dapoşiye û hewldanên vemirandina agirê jî heta niha negehêştine encam.

Sedema agirberbûnê hîn jî nehatiye zanîn lê tê gotin ev kargeha ku agir pêketiye mezintirîn kargeha keştîsazî ya Îranê ye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.