Îran: Jiber Korona 140 karmendên saxlemîyê jiyanên xwe ji dest dane

heta niha zêdetir ji 13 hezar kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Berdevika Wezareta Saxlemî ya Îranê Sîma Sadat Larî diyar kir ku ji destpêka vîrusa korona vir ve 140 karmendên saxlemî jiyanên xwe ji dest dane.

Li Îranê di demên dawî de pêketinên nû yên vîrusa korona jinûve zêde bûn.

Hikûmeta Îranê di meha Nîsanê de dest bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona kiribû.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îranê pirtir ji 264,000 kes bi vîrusa korona ketine û 13,410 kes bi wê mirine.

Karbidestên Îranê dibêjin ku jiber zêdebûna testan hejmara pêketiyên tespîtkirî zêde bûye

Voa

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.