Balefireke Tirkiyeyê ket 7 leşker mirin

7 leşkerên Tirk mirine
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev li nêzî Wanê ya li Bakûrê Kurdistanê balefireke Tirkiyeyê kete erdê.

Li gor nûçeyeke kanala NTV duhê bi şev balefireke Tirkiyeyê di dema cîhbicîh kirina pîwerdariya xwe ya li nêzî bajarê Wanê ketiye erdê.

Di encama bûyerê de 7 leşker ku du ji wan pîlotên balefirê bûne mirine.

Ji aliyeke din ve artêşa Tirkiyeyê belav kir ku duhê bi şev li bajarê Sêrtê ya li Bakûrê Kurdistanê di pevçûna navbera komandoyên Tirk û gerîlayên PKKê de 2 komando hatine kuştin û 4 komandoyên din jî birîndar bûne.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.