Wezîrê derve yê Îmaratên yekgirtî yên Erebî li ser pêgeha xwe ya li medyaya civakî peyamek derbarê rewşa Lîbyayê de belav kiriye.
Wezîrê derve yê Îmaratên yekgirtî yên Erebî Enwer Gergaş di peyama xwe de nivîsandiye; Eger tiştek bo Lîbyayê neyê kirin û pêşiya şer û pevçûnan neyê girtin vê li Lîbyayê karesateke mezin ya însanî diqewme.
Gergaş eşkere kiriye ku vê mimkune şerê heyî yê li Lîbyayê ji kontrol derbikeve û eger wisa bibe vê karesateke mezin ya însanî li vê welatî çê bibe.
Nav hatî daxwaz kiriye ku bi gerantorî û çavdêriya navnetewî li Lîbyayê agirbest were ragihandin û prosesa danûstandinê destpê bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin