Birêveberatiya deriyê sînor yê Hac Omeranê ragihand ku hêzên polîs li deriyê karîne dest deyinên ser 25 kîlo zêrê qaçax.
Li gor daxuyaniya han, duhê hêzên polîs yên li deriya sînorî ya Hac Omeranê karîne di nava tirimbîleke barhelgir (kamiyon) de 25 kîloz zêrên qaçax keşif bikin.
Ajovanê kamiyona Îraqî ev zêr bi awayekî jêhatî di nava tirimbîla xwe de veşartibû û xwestiye derbazî nava Kurdistanê bike, lê hêzên polîs karîne zêrê keşif bikin û ajovan jî bin çav bikin.
Ev zêr bi giştî 21 perçe bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin