Heta niha 4 zanayên olî canê xwe ji dest dane

bi giştî 30 zana û mamosteyên olî bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Ev her çar zanayên olî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Duhê yekîtiya zanayên ola îslamê ya li Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku heta niha çar mamosteyên olî yên endam di nava yekîtiya zanayên olî de jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku heta niha bi giştî 30 mamosteyên olî yên endam di yekîtiya zanayên olî de bi Koronayê ketine.

Di beşeke din ji daxuyaniya han de daxwaz ji welatiyan hatiye kirin ku bo xweparêzî ji Koronayê pêbendî şîret û rêkarên xweparêziyê bin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.