14 kesên din li Kurdistanê canê xwe ji dest dan

heta niha bi giştî 340 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 seatên dawî yên taybet bi Koronayê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbazbûyî de bi giştî 240 welatî li Kurdistanê bi Koronayê ketine.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di nava heman 24 seatan de 1946 berketiyên Koronayê jî baş bûne û 14 kes jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 9 hezar û 695 kes bi Koronayê ketine, 5 hezar û 324 kes baş bûne û 340 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.