Pêla duyem ya Koronayê li Îranê destpê kiriye

ji sedî 30 kesên canê xwe ji dest didin zarokin
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê pêla duyem ya belav bûna Koronayê li Îranê destpê kiriye û vê carê piraniya berketî û miriyan zarokin.

Endamê komîteya rûbirû bûna Koronayê ya Îranê Mihemed Reza Mehbûbfer ragihand ku pêla duyem ya Koronayê destpê kiriye cudatiya vê pêla han li gel pêla yekem ewe ku di pêla duyem de piraniya kesên ku bi Koronayê dikevin û canê xwe ji dest didin, zarokin.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku li gor amaran ji sedî 15 berketiyan zarokin û ji sedî 30 kesên ku canê xwe ji dest didin zarokin.

Ji aliyeke din ve duhê Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyê eşkere kiribû ku di warê belav bûna Koronayê de li Îranê rewşeke gelek metirsîdar li holêye û Îran rastî metirsiyên mezin hatiye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.