Îro komîteya rûbirû bûna Koronayê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîneke din lidar xistin û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 13 Tîrmeha 2020an bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîna komîteya bilind ya wezarî a rûbirû bûna Koronayê kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û hijmareke din ji wezîrên têkildar amadebûn, rewşa niha ya belav bûna Koronayê li herêma Kurdistanê, pêngavên kêm kirin û sînordar kirina Korona, bi cîhbicîh kirina rêkarên xweparêziyê û pêbend bûn bi şîretên tendirostî yên bo xweparêziyê hatin nirxandin.
Di destpêka civînê de wezîrê tendirostî raportek derbarê rêje û hijmara berketiyên Koronayê û kesên ku baş bûne pêşkêş kir û balkêşande ser sedemên zêde bûna hijmara berketiyan û bilind bûna rêjeya berketiyan û ragihand ku sedema sereke pêbend nebûne bi şîretên tendirostî yên xweparêziyê.
Di berdewamiya civînê de her yek ji wezîrên navxwe, gehandin û veguhastin û fermangeha têkiliyên derve, nêrîn û ramanên xwe yên derbarê şîret û rêkarên xweparêziyê û asta pêbend bûn bi wan pêşkêş kirin.
Di dirêjahiya civînê de me tekez li ser metirsiyên zêde bûna Koronayê li herêma Kurdistanê û zêde bûna hijmara berketî û kesên ku canê xwe ji dest dane kir û hate gotin ku mixabin jiber bi siyasî kirina Koronayê û pêbend nebûn bi şîretan, hijmara berketî û miriyan rojbiroj zêde dibe. Jiber vê yekê careke din daxwaz ji welatiyan kir daku pêbendî şîret û rêkarên tendirostî yên xwe parêziyê bin bo selametiya xwe, kesûkarên xwe û civakê.
Piştî şîrove kirina rewşê komîteya bilind ya wezarî bo rûbirû bûna Koronayê biryar da daku
Yek: Berdewam bûna her du wezaretên navxwe û tendirostî li ser diyarkirin û derkirina rêkarên nû yên xweparêziyê yên pêwîst bo rûbirû bûna Korona û feriz kirina bikar anîna masik û destewaneyan (lepik), parastina dûrî anjî navbera xelkê li cîhên giştî, wezaret, fermangehên hikûmetê û wenêrîn kirin bo cîhbicîh kirina biryarên ku beriya niha ji aliyê civata wezîran ve hatine dayîn û cezakirina kesên ku wan biryaran cîhbicîh nakin.
Du: Berdewam bûna qedexeya hatûçû ya di navbera bajaran û parêzgehan di wan demên ku ji aliyê odeya operasiyonên parêzgehan ve hatiye ragihandin û domandina daxistina cîhên giştî.
Sê: Geşt anjî firînên asmanî (balefiran) heta 22ê Tîrmehê radiwestin û pişt re bi hemahengî kirin li gel hikûmeta federalî biryarên pêwîst li ser wê mijarê bi li ber çav girtina şîretên tendirostî tên dayîn.
Çar: Wezareta rewşenbîrî û ciwanan û fermangeha çapemenî û zaniyarî bi hevkariya dezgehên ragihandinê yên li herêma Kurdistanê, di çarçoveya biryar û rêkarên wezareta tendirostî de hatine pîwerdarkirin bo berdewam bûn û pêşde birina hemleya hayedar kirina welatiyan bo pêbend bûn bi şîretên tendirostî û rêkarên xweparêziyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin