Îhaleya kuştina pezkoviyan hat hilweşandin

xelkê Dêrsîmê gefa kuştina Nêçîrvanên pezkoviyan xwaribû
کوردستان TV
100%

Hefteya derbazbûyî hikûmeta Tirkiyeyê bo kuştina pezkoviyên li çiyayên Dêrsîmê ya li Bakûrê Kurdistanê îhaleyek (tender) dabû destpê kirin.

Piştî destpê kirina îhaleyê, jîngehparêzên Bakûrê Kurdistanê bi taybetî şêniyên Dêrsîmê dest bi diyarkirina nerazî bûna xwe kirin û çend çalakiyên curbicur lidar xistin.

Di çarçoveya wan çalakiyan de hijmareke zêde ji şêniyên Dêrsîmê ku bi jîngehparêziyê tên nasîn, gefa vê yekê xwarin ku kesên pezkoviyan nêçîr bikin vê werin kuştin.

Piştî wan nerazîbûnan, hikûmet neçar bû tendera han hilweşîne.

Weke tê zanîn Dêrsîm yek ji wan parêzgehên Bakûrê Kurdistanê ye ku xudan jîngeheke bedeve û di warê cografî de weke Hewraman û devera Barzanê ye.

N: E. G

Gerrîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.