Bi kefaleta şêx û rûspiyan 19 girtî hatin berdan

Serok eşîrên deverê bûne kefîl
کوردستان TV
100%

Li ser banga rûspiyên êlên navçeya Şedadê û gundewarê Dêrazorê, QSD'ê 19 girtî berdan, piştî îsbat bû ku têkiliyên wan bi DIŞI'ê re nîn in.

Rûspiyên êlên navçeya Şedadê û gundewarê Dêrazorê ji Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) re xwestin ku girtiyên li gel xwe berdin ên ku têkiliyên wan bi DIŞI'ê re nîn in û li deverên navborî sûcên mirovî nekirine.

QSD`ê piştî lêpirsîna ewlehiyê, bi amadebûna rûspiyên herêmê 19 girtî berdan.

Rûspiyê êla Mehasin Ebdulqadir Şaban ji ANHA'yê re got: "Piştî gelek hevdîtin di navbera rûspiyan, QSD û hêzên ewlekariyê de, van aliyan alîkariya xwe bi daxwaza rûspiyan a serbestberdana girtiyên ku destê wan di qetilkirina sivîlan de nine diyar kirin û beşa sêyemîn a ji 19 girtiyên ji gundewarê başûrê Hesekê û Dêrazorê pêk dihat berdan."

Şaban destnîşan kir ku pêkanîna daxwazên rûspiyên herêmê û beşên civakî asta baweriyê di navbera fermandarên leşkerî yên herêmê û rûspiyên wê de nîşan dide.

Rûspiyê eşîra El-Milhim, Hemza El-Giûd spasiya Meclisa Leşkerî ya Şedadê kir ku bi wan re bû hevkar û daxwaza wan bi cih anî.

El-Giûd anî ziman ku di demên bê de dê beşên din ên girtiyan were berdan û bi bîr xist ku berê jî 400 girtî hatin berdan.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku QSD'ê bi kefaleta şêx û rûspiyên herêmê girtiyan berdide

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.