Artêşa Îraqê du deriyên din yên sînorî kontrol kir

ev deriyên han berê di destê komên heşda şebî de bûn
کوردستان TV
100%

 

Di çarçoveya dom kirina operasiyonên artêşa Îraqê yên li dijî terorîstên DIŞIê de, duhê artêşa Îraqê li Rojhilatê Îraqê û nêzî sînorê Îranê operasiyoneke din lidar xist.

Her çend di operasiyonê de li gel terorîstên DIŞIê pevçûn neqewmiye lê artêşa Îraqê kariye du deriyên sînor yên di navbera Îraq û Îranê de yên ku di destên komên çekdar yên ser bi Heşda Şebî de bûn kontrol bike.

Operasiyonên din jî DIŞIê beriya niha li Rojavayê Îraqê û derdorê Mûsilê hatibûn kirin û di çarçoveya wan operasiyonan de artêşa Îraqê deriyeke din yên sînorî di navbera Îraq û Sûriyeyê de ji destê Heşda şebî derxistibû û kontrol kiribû.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.