Duhê bi şev agireke mezin ber bû çiyayê Kelatî ya li Bicîlê ya li Akrê.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li Akrê ragihand ku duhê bi şev agireke mezin ber bûye daristanên çiyayê Kelatî ya li Bicîlê ya li Akrê û ev agira han hîn jî didome û nehatiye vemirandin.
Li gor zaniyariyan beşeke zêde ji daristanên çiyayê şewitîne û niha tîmên agir vemirandinên yên Akrê û şêniyên deverê bi hevre hewl bo vemirandina agirê didin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin