Li Îraqê zêdetir ji 2 hezar û 500 kes bi Koronayê ketin

heta niha 2 hezar û 960 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Îraqê belav kir ku di 24 seatên derbazbûyî de li Îraqê hijmareke zêde welatî bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di 24 seatên derbazbûyî de bi giştî 2 hezar û 848 kes bi Koronayê ketine û 78 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îraqê bi giştî 72 hezar û 460 kes bi Koronayê ketine û 2 hezar û 960 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Duhê jî Parlementereka parlementoya Îraqê bi Koronayê canê xwe ji dest dabû.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.